Nêçîrvan Barzanî: Nabe kes di bangeşeya hilbijartinan de kerb û kînê belav bike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi bûneya destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de daxwaz ji hemû aliyan kir ku "pabendî rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bin û bangeşeyeke şaristanî bikin, ku rengvedana pêkvejiyan, hevpejirandin û pirengiya pêkhateyên Kurdistanê be û nebe sedema girjî, dabeşkirin û bêzarkirina civakê û têkdana aramiya welatiyan".
Nêçîrvan Barzanî got "bila her kes di bangeşeyê de ji bo siyaset, araste û karnameya xwe azad be, lê nabe çi kesek kerb û kînê belav bike".
Got jî: "Berbijêrbûna jinan pir girîng û binirx e, divê nav, pêgeh û rêza wan parastî be û divê rêz li sembol û pîroziyên hemû pêkhateyan were girtin".
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku "di dawiyê de, armanca hemû ew kesên ku ji Herêma Kurdistanê diçin Encûmena Nûneran a Iraqê, xizmeta xelkê Kurdistan û Iraqê ye, û divê zanibin ku bi yekrêzî, lihevkirin û bihevrejiyanê, dikarin baştir xizmeta niha û pêşeroja Herêma Kurdistan û Iraqê bikin û maf, destkeftî û berjewendiyên wan biparêzin".
►Her weha bixwîne.. PDK bi lîsteya 275 tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê dibe