Serok Barzanî: Êzidî beşekî delal û neveqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne

Serok Barzanî: Êzidî beşekî delal û neveqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne

Welat TV - Hewlêr 

Serok Mesûd Barzanî bi bûneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, Bi bûneya Cejna Cemayê, pîrozbahiyên germ pêşkêşî hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikin.

Serok Barzanî got jî, Êzidî beşekî delal û neveqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne, piştî wan hemû nexweşî û zehmetiyên ku bi ser xwişk û birayên me yên Êzîdî de hatin û paşê ew rewşa ne yasayî û ne asayî ya ku bi dehan sal e bi ser Şingal û deverên wan de hatiye sepandin, ku cihê dilgiraniya me ye, lê belê bi bawerî û xweragiriyeke mezin, Kurdên Êzîdî cejn û bûneyên xwe yên olî bi aramî û azadane bi rê ve dibin.

Serok Barzanî tekez kir ku erkê hemû aliyan e kar bikin ji bo parastin û bihêzkirina çand û kultura pêkvejiyan û yekrêziyê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî de li Kurdistanê.