Mesrûr Barzanî bi hatina cejna Cemayê tekeziyê li ser piştgiriya mafên Êzidiyan dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz kir û tekezî li ser piştgiriya mafên wan ên rewa kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, Bi bûneya cejna Cemayê, pîrozbahiyeke germ li tevaya xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim, û hêvî dikim ku rojên cejnê bi xêr û xweşî bibûrînin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser piştevaniya mafên rewa yên Kurdên Êzidî û xizmetkirina wan kir.