Dezgeha Serbixwe ya Wendabûyan: Em li hemû wendabûyan li Sûriyê digerin

Welat TV - Hewlêr

Seroka Dezgeha Serbixwe ya Wendabûyan li Sûriyê da zanîn ku karê bo diyarkirina çarenivîsa bi hezaran kesên wendabûyî li Sûriyê erkekî komî ye û ew li wendabûyên li ser destên hemû aliyan digerin.

Karla Kiwîntana ev yek ji malpera Neteweyên Yekgirtî re ragihand û diyar kir ku piroseyên lêgerînê wendabûyên li ser destên hemû aliyan li xwe digre.

Kiwîntana got ku ev dezgeha navnetewî li ser daxwaza kesûkarên wendabûyan hate avakirin da ku çarenivîsa wan nas bikin û dadwerî were bicîkirin.

*Em li wendabûyên li ser destên hemû aliyan digerin

Karla Kiwîntana da zanîn jî ku ew li hemû wendabûyan li Sûriyê digerin, çi yên li ser destên Rêjîma berê, çi yên li ser destên rêxistina DAIŞ a terorîs û aliyên din her weha rewşên wendabûnê yên piştî hilweşîna Rêjîma Esed.

*Divê piroseya lêgerînê bi piştevaniyeke navdewletî be

Seroka Dezgeha Serbixwe ya Wendabûyan li Sûriyê diyar kir ku wan peywendî bi gelek kesên rizgarbûyî û malbatên wendabûyan re encam dane û gelek zaniyarî bi dest xistine.

Her weha Karla Kiwîntana serbar kir ku divê piroseya lêgerînê li wendabûyan bi serkidayetiyeke Sûrî û piştevaniyeke navdewletî be.

*Rewşên wendabûnê pişt hilweşîna Rêjîma Esed hene

Kiwîntan behsa rewşên wendabûnê piştî hilweşîna Rêjîma Esed kir û got ku zaniyarî li cem wan hene derbarê wendabûna hin kesan li Laziqiyê, Tertûs û Siwêdayê, û wan peywendî bi malbatên wan re û rêxistinên civaka sivîl re kiriye her weha ev yek li gel hikûmeta Sûrî gengeşe kiriye.

*Dezgeha Serbixwe ya Wendabûyan

Dezgeha Serbixwe ya Wendabûyan li Sûriyê Hezîrana 2023yan ji aliyê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ve hate avakirin, ji bo naskirina çarenivîsa wendabûyan li Sûriyê û piştevaniya rizgarbûyan û malbatên wendabûyan.

Tevî hilweşîna Rêjîma Esed, hîn çarenivîsa bi hezaran girtî û wendabûyî ku di nav de gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê hene, ne diyar e.