Barrack: Hikûmeta Sûrî û HSDê li ser agirbesteke giştî li hev kiriye

Barrack: Hikûmeta Sûrî û HSDê li ser agirbesteke giştî li hev kiriye

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê da zanîn ku hikûmeta Sûrî û HSDê li ser agirbesteke giştgir li hev kiriye.

Tom Barrack ev yek ji kenala Erebiyê re ragihand û diyar kir ku wî civînên erênî li gel Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ encam dane û encamên wê civînan agirbesteke giştgir bû.

Barrack got ku sibeha roja Sêşemê Emerîka destwerdan kir ji bo rawestandina girjiyên li Helebê û nûnerên hikûmeta Sûrî û HSDê di rûniştineke awarte de li hev kom kirin.

Li gorî Barrack, civînên wan li ser mîkanîzmên bicîkirin û dubare pabendiyê bi rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera hikûmeta Sûrî û HSDê de hatî îmzekirin, rawestiya.

 

 

Her weha bixwîne: Şandeke HSD çû Şamê