Baregeha Barzanî peyameke sersaxiyê bi koça dawî ya helbestvan Mizgîn Hisko belav dike
Welat TV - Hewlêr
Baregeha Barzanî peyameke sersaxiyê bi koça dawî ya helbestvan û nivîskara Kurd Mizgîn Hisko belav kir.
Baregeha Barzanî di peyamê de got: "Bi xemgîniyeke mezin, me nûçeya koça dawî ya kesayetiya rewşenbîr û helbestvana Rojavayê Kurdistanê, xanim Mizgîn Hisko bihîst".
*"Em hevxemê we ne"
Baregehê diyar kir, "Bi vê bûneya xemgîn em sersaxiyê ji malbat, kesûkar, Kurdperwer, hunermend û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê re dixwazin, em hevxemê we ne".
Baregeha Barzanî di peyama xwe de got jî, "Li ber Xwedayê mezin digerin, wê di bihuşta berîn de şa bike û aramî bide hemûyan".