Barrack hûrgiliyên seredana xwe bo Hesekê eşkere kirin: "Ne li dijî berjewendiyên Turkiyê bûn"

Barrack hûrgiliyên seredana xwe bo Hesekê eşkere kirin:

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Taybet ê Emerîka bo Sûriyê hûrgiliyên seredana xwe bo Hesekê eşkere kirin, û hebûna her çalakiyeke dijî berjewendiyên Turkiyê di wê seredanê de red kir.

Tomas Barrak di daxuyaniyekê de li ser tora "X" got, seredana wî bo Hesekê di çarçoveya rola wî weke şandiyekî de hat, ew jî ji bo asankirina bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de.

Li gorî Barack, erkê wî bihêzkirina mîkanîzmên hevkarî ji bo kêmkirina gefên mezin e, û rêkeftina 10ê Adarê ne bi tenê ji bo aramî û ewlehiya Sûriyê giring e, lê ji bo berjewendiyên stratejîk ên Turkiyê û Emerîka jî giring e.

Şandiyê Emerîka red kir ku seredana wî bo Hesekê çalakiyên li dijî berjewendiyên niştîmanî yên Turkiyê li xwe girtibe. Her weha got, behsa nexşeyeke hatiye kirin (Nexşeya Sûriyê Lîwa Iskenderon jî tê de ye), min nedîtiye, ez derbasî wê odeya civînan nebûme, û tu rastiya vê yekê nîn e.