Bavê nûciwanekî girtî li Helebê banga serbestberdana kurê xwe dike
Welat TV – Hewlêr
Piştî şerê Şêx Meqsûd a Helebê ciwanekî Kurd duh 7ê Cotmeha 2025an, hat girtin.
Nûciwan, dema berê xwe ji taxa Şêx Meqsûd dida taxên di bin destê Hikûmetê de hat girtin.
*Bav hûgiliyan dibêje
Arif Horo bavê nûciwanê girtî yê bi navê Îmad e, ji Welat TV re got: Duh Kurê min ji mal derket û berê xwe da taxa Suryan, lê ji aliyê Ewlehiya Giştî ve hat girtin.
Horo diyar ku Îmad bi serdan çûbû mala hevalekî xwe, ji dema girtinê agahî ji wan re hatine ku ji ber hebûna wêneyan di telefona wî de hatiye girtin.
Arif Horo tekez kir ku kurê wî ne leşker e û ne jî girêdana wî bi aliyên siyasî re heye û heta niha tu agahî û zanyariyan li ser nizanin.
Horo di rêya Welat TV re banga diyarkirina cihê wî û serbestberdan wî kir.