Elmaniya.. Pêşangeheke hunerî bi navê "Nasnameyên Koçber" hate lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Pêşangeheke hunerî bi navê ”Nasnameyên Koçber” li bajarê Botisdam yê Elmaniya hate lidarxistin, û ronahiyê dixe ser azarên Kurdan.
Pêşangeh ji aliyê Şêwekarê Kurd Xidir Ebdilkerîm ve hate lidarxistin, tê de 56 tabloyên wî hatin nemayîşkirin.
Tabloyên Ebdilkerîm yên ku hatine nemayîşkirin ronahiyê dixin ser mijarên nasname, bîrdank û Koçberiyê.
Pêşangeha Şêwekar Xidir Ebdulkerîm duh hate vekirin û çalakiyên wê ta 20 Sibata sala bê berdewam dike.
Şêwekar Xidir Ebdilkerîm ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, beriya çend salan koçberî Elmaniya bûbû.