Daxuyaniyek ji Welat TV bo raya giştî

Daxuyaniyek ji Welat TV bo raya giştî

Welat TV - Hewlêr

Di rojeke wek îro de berya salekê Welat TV di jêr diruşma "Pirsa we mijara me ye" dest bi weşanê kir. Bi vê helkeftê em dixwazin amaje bi çend xalan bikin:

 *Welat TV di dema salekê de karî xwe bighîne her malekê li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, bûyer û pêşhateyan bi awayekî pîşeyî şopandiye û pêşkêşî xelkê kiriye.

*Welat TV di sala xwe ya yekem de bi dehan bûyerên siyasî romal kiriye, yên herî giring jî ketina rejîma Esed ya jinavçûyî di 8ê Berçileya 2024'an û Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî di 26ê Nîsanê  derbasbûyî li Qamişlo bûye.

*Welat TV wek yekem medya Kurdî karî xwe bighîne Kurdên Çiyayê Kurdan û yên Hemayê, herwiha bibe dengê revenda Kurdistanî li Ewropa û hemû cîhanê. 

*Welat TV di vê salê de karî hemû aliyên siyasî û nerînên cuda li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li ser ekrana xwe kom bike, û bi berdewamî hewl dide hevsengiyê çê bike. 

*Welat TV dixwaze berdewamiyê bi rastiya gihandina nûçe û zanyariyan bide û agahiyên rast û bawerpêkirî bi awayekî pîşeyî belav bike. 

*Welat TV li dijî belavkirina nûçeyên dibin sedema kîn û cudabûnê di nav civakê de. 

*Welat TV bi berdewamî giringiyê bi xem û xweşiyên xelkê daye, ji bo vê yekê jî di vê salê de zêdetirî 20 bernameyên cur bi cur yên civakî, siyasî, xizmetguzarî, olî û hunerî pêşkêş kiriye. 

*Welat TV li Herêma Kurdistanê li ser platformên navxweyî weşanê dike, herwiha hebûna wê li ser torên civakî yên Facebook, Youtube, X, Instagram û Tik Tokê heye, û dixwaze di sala xwe ya nû de li ser setalaytê jî weşana xwe bike, û bikaribe peyama xwe ya pîşeyî baştir bighîne hemû cîhanê.