Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî

Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî

Welat TV - Hewlêr 

Îro 11ê Cotmeha 2025an, Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir, tê de ronkirinek derbarê nûçeyekê li ser zarê serok Barzanî belav bûye, derxist.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de got: Çend roj in, li medya û ragihandinê, hatiye belavkirin ku serok Barzanî, parkek diyarî welatiyên Helebceyê kiriye û fermana rêkarên pêwîst ji bo avakirina wê parkê daye.

Baregeha Barzanî tekez kir, Em ji xelkê hêja re radigihînin, ku ew yek berpirsiyaretiya hikûmetê û aliyên peywendîdar e, ku xizmeta xelkê hêja yên bajarê Helebceyê û her cihekî Kurdistanê bikin.

Baregeha diyar kir, Tişta ku serok Barzanî kiriye ew e, aliyên peywendîdar raspardiye ku qurbanîdana Helebeceyê paşguh nekin û her aliyek bi baştirîn şêwe xizmeta Kurdistanê bi taybet Helebceyê bikin.