Rojavayê Kurdistanê.. Hişkesaliyê bandoreke xirab li bazara ajelan kiriye

Welat TV - Hewlêr

Hişkesaliyê bandoreke nerênî li liv û tevgra bazara kirîn û firotina ajelan li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Welat TV tevgera bazara pez li gundê Gila'a yê devera Til Koçer şopand.

Êm kêm e û nirxê wî jî gelek buha bûye, ev yek bazirganên ajelan û ajeldaran rastî gelek zehmetî û astengiyan dike.

Bazirgan dibêjin ku tevgera bazarê gelekî sist û xav e, û xelk ajelên xwe difroşin û pê êm ji ajelên mayî re dikirin.

Ji aliyê xwe ve jî ajeldarên deverê ji Welat TV diyar kir ku êm û keresteyên xwedîkirina ajalan gelekî buha bûne û nirxê ajalan jî gelekî kêm bûne:

"Hişkesaliyê bandoreke xirab li me kiriye û em daxwaza alîkarî û piştevaniyê ji aliyên pêwndîdar dikin".

Bandora hişkesaliyê gihiştiye wê astê ku ajeldar nema dikarin pêdiviyên xwedîkirinê ji êm, derman û pêdiviyên din bikirin, hevdemê ku çaverêya dîtina çareseriyekê ji vê rewşa metirsîdar re dikin.