23 sal li ser koçkirina stêrka topa pê Heysem Kiço re derbas dibin

Welat TV - Hewlêr

Beriya 23 salan, weke Îro, yaneya Cîhad ya Qamişlo, cemawer û hezkerên topa pê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, nûçeya koçkirina lîstikvanê Kurd yê Dîrokî Heysem kiço bihîst.

*Jiyan

Stêrka Cîhad, Heysem Kiço jidayikbûyê Qamişlo ye sala 1976an. Di 1990 tevlî yaneya Cîhad bû.

Di sala 1996an de, ji bo beşdarîkirinê bi tîma ciwanên Sûriyê re di hevrikiya qehremaniya cama asiyayê de, hate vexwendin.

Heysem Kiço 2 caran weke baştirîn golvan di xula Sûriyê ya topa pê de jî xelatkirin.

*Siyasetên li dijî Kurdan 

Sala 2000an, bo beşdarîkirinê bi tîma mezinan a Sûriyê re hat vexwendin, çend caran bi tîmê re lîst û bi sedemên siyasetên li dijî Kurdan, ji tîmê hat dûrxistin.

Heysem Kiço sala 2000 û 2001ê Tîma Cîhad kire di pileya duyem de li ser asta Sûriyê.

*Koçbarkirin

Di 16 Cotmeha 2002yan de berê pasa Cîhad li Dêra Zorê bû ji bo hevrikiyê li gel tîma Meyadîn bike, di rê de pas rastî bûyerekê hat û Heysem û ajovan pasê Mihemed Reşad Yûnis canên xwe ji dest dan.