Hikûmeta Sûriyê pilanekê ji bo pêşxistina balafirxaneyan radigihîne

Hikûmeta Sûriyê pilanekê ji bo pêşxistina balafirxaneyan radigihîne
Hikûmeta Sûriyê pilanekê ji bo pêşxistina balafirxaneyan radigihîne

Welat TV - Hewlêr

Komîta Giştî ya Balafirvaniya Sivîl pilanek ji bo pêşxistina balafirxaneyên Sûriyê li gorî pîvanên kompaniyên cîhanî, ragihand.

Serokê Komîteyê Umer El-Huserî di daxuyaniyekê di got ku ev pilan tevlîkirina 5 balafirên nû beriya dawiya vê salê, û radarên sivîl yên pêşketî li xwe digire.

Li gorî El-Huserî, balafirxaneya Şamê ya nû di qonaxa yekem de dê karibe salane pêşwaziyê li 10 milyon rêwiyî bike.

Serokê Komîteyê ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê got jî ku rêkarên silametiyê li balafirxaneyên Sûriyê di dema niha de di asteke baş de ne.