Çapkirina destî li ser caw pîşeyeke kevnar e li Hemayê

Çapkirina destî li ser caw pîşeyeke kevnar e li Hemayê
Çapkirina destî li ser caw pîşeyeke kevnar e li Hemayê

Welat TV - Hewlêr

Li bazara pîşeyên destî li bajarê Hemayê dawîn pîşesazên çapkirina destî li ser caw, kar dike.

Dîroka vê pîşeyê vedigere sedên salan. Hesan Hewa ev pîşe ji bav û kalên xwe wergirtiye û zarokên xwe jî fêr kirine.. dibêje ku ew vê pîşeyê weke emanetekê dîbîne û wê diparêze da ku bo nifîşên bên jî bimîne:

"Dema ku fêr bûm temenê min 10 sal bûn. Ez vê pîşeyê ji bo parastina kultûr dikim.

Ji ber ku ji serdemên gelek kevnar e ez xwe weke pirekê di navbera dema bûrî û dema niha de dibînim, û ez zarokên xwe jî fêr dikim".

Hewa diyar dike ku çapkirina destî ji ya nûjen bi gelek qonaxan cuda ye:

"Çapkirina nûjen ji Ewropayê hatiye, lê ya destî bi resentiya xwe ji vir ji cem me ye. Di ya destî de qalibên textî yên taybet û wird ji bo her nexşeyekê hene. Nexşeyên gelekî kevin li cem me hene, hin ji wan berî 400 ta 500 salî ne".

Bingeha çapkirina destî li Sûriyê vedigere serdemeke kevnar, ku pîşesazan berê qalibên darî yên nexişandî û boyaxên suriştî ji bo xemilandina caw bi kar tanîn, û neqiş bi destan dîzayin dikirin.