41 sal di ser koçbarkirina Cegerxwîn re derbas dibin.. Jiyan û Berhemên wî
Welat TV - Hewlêr
Îro Çarşemê 22yê Cotmeha 2025an, çil û yek sal sal di ser koçbarkirina helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn re derbas dibin.
Seydayê Cegerxwîn helbestvanê Kurdistanê û Xebata netewî ye, û pencemoreke mezin û xuya di pêvajoya xebatê de hiştiye.
*Kurtejiyan û berhem
Cegerxwîn ku navê wî Şêxmûs Hesen Elî ye, di sala 1903yan de li gundê Hesarê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.
Piştî demeke kurt ji jidayikbûna wî, malbata wî koçberî Rojavayê Kurdistanê bû.
Helbestvan Cegerxwîn jiyana xwe bi hejarî, di navbera gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê de derbas kir, û seredana Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî kiriye.
Di ciwaniya xwe de, helbest dinivîsand û navûdengê wî zû di nav Kurdan de belav bû.
Yek ji kesên pêşîn bû ku di warên civak, çand û siyasetê de li Rojavayê Kurdistanê xebat kiriye û di jiyana xwe de gelek caran rastî zîndankirinê hat.
Seydayê Cegerxwîn zêdetirî 37 pirtûkan nivîsandine, ya herî girîng li ser dîroka Kurdistanê ye û ji 2 beşan pêk tê, her weha xwedanê 8 dîwanên helbestan û ferhengekê ye.
*Koçbarkirin
Di 22yê Cotmeha 1984an de, helbestvanê Kurd ê Navdar li Stokholmê li Siwêdê koça dawî kir û Li mala wî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi xakê hate spartin.