Berya 8 salan koça dawî kir.. Jiyan û berhemên helbestvan Ehmedê Şêx Salih

Welat TV - Hewlêr

Dibistana wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê bi helbestvan, nivîskar û wêjevanên xwe dewlemend e, û yek ji wan jî helbestvan û nivîskarê Ehmedê Şêx Salih e.

Îro 8 sal di ser koçbarkirina helbestvanê Kurd Ehmedê Şêx Salih re derbas dibin.

*Kurtejiyan

Ehmedê Şêx Salih di sala 1935an de li gundê Idîwerê yê ser bi bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bû.

Li ser destê mela û zanayên olî yên Kurd fêrî Ol û xwedina Quranê bû.

Piştî ku xwedina seretayî li gundê xwe bi dawî kir û bawernameya pola 6an wergirt, bû yekem mamosteyê fermî di dibistana Idîwerê de.

Ehmedê Şêx Salih ji doz û xebata gelê xwe dûr ne bûbû, ku ji damezrandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya "PDK-S" ve di sala 1957an de, tevlî refên Partiyê bû û kar di rêxistinên wê de kir.

Di sala 1960î de, hilmeteke girtinê ya rêjîma Sûrî ya wê demê, li dijî PDK-Sê hate encamdan, ku tê de serok, serkirde, xebatkar û kadirên pêşketî yên PDK-Sê hatin girtin, helbestvan Ehmedê Şêx Salih di nav wan girtiyan de bû.

*Helbest û berhemên wî

Ehmedê Şêx Salih helbesta xwe bi awayekî kilasîkî xurt û bi zimanekî resen dihûnand û bi wêneyên nûjen dixemiland, û hunermendên Kurd ên navdar weke Mihemed Şêxo û Se'îd Gabarî helbestên wî gotine.

Nekomkirina helbestvan Ehmedê Şêx Salih ji helbestên xwe re, bû sedema wendabûna piraniya helbestên wî.

Navdartirîn helbesta Ehmedê Şêx Salih bi navê "Xortên Melê ne" ye, ku li ser bavê rûhî yê netewa Kurd, Barzaniyê nemir nivîsandiye.

Bi tenê yek pirtûka wî ya çapkirî bi navê "Asoma Girtinhevê" heye, ku di sala 2015an de hatiye çapkirin.

*Xelat û rêzgirtin

Di sala 2015an de, Ehmedê Şêx salih ji aliyê peymangeha Bedirxan ya Zimanê Kurdî ve hat xelatkirin.

Her weha di 2016an de jî, xelata salane ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, wergirt.

*Koçbarkirin

Di Roja 22yê Cotmeha 2017an de, li nexweşxaneya Şar a li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê helbetvanê Kurd Ehmedê Şêx Salih koça dawî kir, û bi merasîmeke berfireh li zêdê xwe bi xakê hate spartin.