Malbatên Girtiyan daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Behzad Dorsin û sizadana berpirsan dikin
Welat TV - Hewlêr
Îro 24 Cotmeha 2025an, 13 sal di ser revandina endamê Polîtbîroya PDK-Sê Behzad Dorsin û çalakvan Nîdal Osman re derbas dibin.
Malbatên Girtiyên Kurd daxuyaniyek bi vê bûneyê belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye ku "13 sal di ser revandina serkirde Behzad Dorsin endamê Polîtbîroya PDK-Sê û çalakvan Nîdal Osman re ji aliyê PYDê ve li gundewarê Dêrikê derbas dibin, hîn çarenivîsa wan ne diyar e".
Malbatên Girtiyên Kurd got jî ku gelê Kurd hêviyên mezin li ser Konferansa 26ê Nîsanê û yekrêziya navmala Kurd girê da, bi hêviya ku hemû girtî bên berdan û pirsgirêk çareser bibin, "lê li ser erdê diyar bû ku hemû sozên hatibûn dayîn nehatin pêkanîn, ji ber wê yekê nîşanên pirsyarê li ser rastiya bicîkirina sozan tên danîn".
Malbatên Girtiyan di daxuyaniya xwe de got jî ew "PYDê di ber vê tawanê de berpirsyar dibînin".
*Daxwazên Malbatên Girtiyan
Malbatan daxwaz ji Şanda Kurdî ya Hevbeş û hemû hêzên ku di Konferansa 26ê Nîsanê de beşdar bûne kir ku "bi berpirsyaretiyên xwe rabin û guvaşê ji bo berdana girtiyên Kurd bikin" û doza wan bikin dozek sereke û neyê paşxistin.
Herweha daxwaz ji Emerîka, Fransa û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku guvaşê li HSDê bikin da ku çarenivîsa girtiyan eşkere bikin û hemû girtiyan azad bikin û kesên di ber revandinê de berpirs, siza bikin.