Devera Aliyan.. Mezadeke teyran li gundê Kaniya Nebî bi rê ve çû
Welat TV - Hewlêr
Li gundê Kaniya Nebî li Devera Aliyan a Rojavayê Kurdistanê mezadeke teyrên hir hate lidarxistin.
Bazirgan û nêçîrvan ji gelek deveran ji bo kirîn û firotina teyran kom bûn.
Kamîreya Welat TV mezada teyrên hir şopand. Nirxê Teyr li gorî cure, kêşe, û mezinbûna wî tê destnîşankirin.
Nêçîrvanekî teyran bi navê Hesen Hemed diyar kir: "Cureyên teyran ji aliyê Turkiyê, Eworopa û deverên dûr ve tên, em kevokan ji wan re difrînin û wan digrin. Cureyên çiyayî ji Turkiyê ne, nirxê wan ji sed dolarên Emerîkî ta 500 dolarî ye.
Teyrê deryayî ji cureyê baş e, bi tenê di deryayê de nêçîrê dike. Nirxê teyrê hir ji 2000 dolar ta 20 hezar dolaran e".
Xalib Nûrî Mihemed ku nêçîrvanekî ji gundê Kaniya Nebî ye got: "Ev nêzîkî 35 salan e nêçîrê dikim û ji beriya sê salan ve min dest bi nêçîra teyrên hir kiriye. Di vê mezadê de teyrekî ku min girtibû bi 7 milyon leyreyên Sûrî hate firotin".
Nêçîra teyran karekî kevinar e li deverê û ji bo hin nêçîrvanan jêdereke sereke ya dahatê ye, ku hin cureyên kêmpeyda li bazarên xwecihî û dervî Sûriyê jî weke welatên Kendavê bi nirxên giran têne firotin.
Tevî vê yekê jî û da ku hevsengiya jîngehê rastî ziyanê neyê, pêwîstî bi hebûna rênima û yasayan ji bo sînordarkirinê nêçîrê, heye.