840 welatiyên Iraqê ji Kampa Holê hatin derxistin

Welat TV - Hewlêr

249 malbatên Iraqî ji Kampa Hol a taybet bi malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst hatin derxistin.

Jêderekê ji Rêveberiya Kampa Holê da zanîn ku 249 malbatên Iraqê ji kampa Holê hatin derxistin û berev parêzgeha Nînewa hatin birin.

Li gorî jêderê, hejmara endamên wan malbatan 840 kes e û bi hemahengî di navbera rêveberiya kampê û hikûmeta Iraqê de hatine derxistin.

Jêderê diyar kir ku karwanê wan malbatan di bin çavdêriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de berev Kampa Cedi´a li parêzgeha Nînewa ya Iraqê hate birin.

Di vê derbarê de, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê da zanîn ku wan ji 2021ê ve, 19 hezar welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerandine.