Ajokar birîndar bû.. Otombîlek li gundewarê Girkê Legê ji rê derket û derbasî nava malekê bû

Welat TV - Hewlêr

Otombîlek Legê ji rêya di navbera Dêrikê û Girkê Legê de derket û derbasî nava malekê bû, û ajokar bi giranî birîndar bû.

Îro otombîlek li gundê Girziyaretê Çolê yê li li gundewarê Girkê Legê ji rê derket û derbasî nava mala nişteciyekî gund bû, di encamê de, ajokar bi giranî birîndar bû û ziyaneke mezin gihişt otombîlê û malê.

Ajokar bo nexweşxaneyeke Girkê Legê hate veguhestin û rewşa wî ya tendirustî di bin çavdêriyê de ye.

Jêderekê ji nexweşxaneyeke Girkê Legê ji Welat TV re got ku wan ji duh ve pêşwazî li birîndarên 6 bûyerên çûnûhatinê kiriye.

Ajotina bilez û xerabûna rewşa rêyan li Rojavayê Kurdistanê ji sedemên sereke ne yên zêdebûna rêjeya bûyerên çûnûhatinê.