Ajansa Anadolu: 3 balafirên Emerîkî û 22 serbazan gihiştine Rimîlanê

Ajansa Anadolu: 3 balafirên Emerîkî û 22 serbazan gihiştine Rimîlanê

Welat TV - Hewlêr

Ajansa Anadolu ragihand ku 3 balafirên Emerîkî yên barkirî bi alavên leşkerî yên pêşketî û 22 serbazan gihiştine bajarê Rimîlanê yê Rojavayê Kurdistanê.

Ajansê da zanîn ku 3 balafirên Emerîkî yên barkirî bi alavên peywedniyan û dronan gihiştin bingeha Xerab El-Cîr li Rimîlanê.

Li gorî ajansê, wan balfiran 22 serbazên Emerîkî jî veguhestin bingehê.

Anadolu diyar kir ku hefteya bûrî 27 barhilgir ji Herêma Kurdistanê bi rêya dergehê Welîd yê Sînorî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û li bingeha Qesrik li Hesekê bi cî bûn. 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî dabû zanîn ku, Balafireke barhilgir a Hevpeymaniya Navdewletî gihişt bingeha Xerab El-Cîr. 

Her weha bixwîne: 840 welatiyên Iraqê ji Kampa Holê hatin derxistin