Sûriyê û Libnanê hevkariya ewlehî û rêbirûbûna terorê gotûbêj dikin

Welat TV - Hewlêr

Şandeke Wezareta Navxwe ya Sûriyê serdana Libnanê kir û mijara rûbirûbûna terorê hate gengeşekirin.

Şandeke Sûriyê bi Serokatiya alîkarê Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Ebdulqadir Tehan li gel berpirsên ewlehî yên Libnanê civiya.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê da zanîn ku di hevdîtinan de, bihêzkirina hevkariya ewlehî, pêşxistina peywendiyên dualî û bihevguhertina ezmûnan hat gengeşekirin.

Li gorî Wezaretê, herdu aliyan tekezî li ser giringiya hemahengiya berdewam di warên ewlehiya navxwe û rûbirûbûna tawanan û terorê de kir ji bo bihêzkirina aramiyê li deverê.