Tevgera DAIŞê li Dêra Zorê û Reqayê zêde bûye

Tevgera DAIŞê li Dêra Zorê û Reqayê zêde bûye

Welat TV - Hewlêr

Tevgera şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst li deverên di bin kontirola HSDê de li herdu parêzgehên Dêra Zorê û Reqayê zêde bûne, tê de welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de operasyonên DAIŞê li Dêra Zorê û Reqayê ragihand ku rêxistina terorîst 16 êrîş ji destpêka Cotmehê ve li wan parêzgehan encam encam dane.

Li gorî raportê, DAIŞê 3 êrîş li Reqyê encam dane, tê de 2 sivîlan û endamekî HSDê canên xwe ji dest dane û endamekî DAIŞê hatiye kuştin her weha 3 endamên HSDê birîndar bûne.

Li Dêra Zorê jî, şaneyên DAIŞê 13 operasyon encam dane, tê de 2 endamên HSDê canên xwe ji dest dane û 10 birîndar bûne.

Hevdemê zêdebûna çalakiyên şaneyên DAIŞê, duh 30 barhilgirên Hevpeymaniya Navdewletî yên barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk ji Herêma Kurdistanê bi rêya dergehê Welîd ê sînorî gihiştin bingeha Qesrik a hevpeymaniyê li Hesekê.

Di vê derbarê de, beriya du rojan Serokwezîrê Iraqê ragihand ku derdora 500 endamên DAIŞê li Sûriyê hene û li deverên sînorî bi Iraqê re û bakur rojhilatê Sûriyê belav dibin.

Li gorî çvdêran, tevlîheviya ewlehî ya sedemên zêdebûna çalakiyên şaneyên DAIŞê ye li Sûriyê ji û eger guhdaneke zêde bi vê doseyê tune be, rewşa Sûriyê dê berev xerabûnê biçe. 

Her weha bixwîne: Hevpeymaniyê 108 balafir û barhilgir derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine