Mazin Elûş: Dergehê Bûkemalê nehatiye girtin
Welat TV - Hewlêr
Rêveberê Peywendiyên Giştî di Desteya Giştî ya Dergehên Bejayî û Deryayî de ragihand ku tevgera çûnûhatinê li dergehê Bûkemalê yê sînorî bi Iraqê re berdewam e.
Mazin Elûş li ser tora civakî ”X” da zanîn ku dergehê Bûkemalê nehatiye girtin û tevgera çûnûhatinê li herdu aliyên dergehê bi awayekî asayî berdewam e.
Daxuyaniya Elûş tê, piştî êrîşekê li ser otombîla welatiyekî Iraqê li dergehê Bûkemalê.
Li gorî Elûş, hêzên ewlehiyê kesê ku êrîş encam dayî girtin û pirsgirêk hate çareserkirin.
Piştî hilweşîna Rêjîma Esed di 8ê Berîileyê de, dergehê Bûkemal hate girtin, piştre 14ê Hezîrana 2025an careke din hate vekirin.
#توضيح:
— مازن علوش (@mazen_alloush) October 30, 2025
لم يحدث أيّ إغلاقٍ لمعبر البوكمال – القائم، وحركة العبور مستمرة بشكلٍ طبيعي ومنتظم من كلا الجانبين.
وقد وقع إشكالٌ فرديٌّ محدود داخل الأراضي السورية، حين قام أحد المواطنين بالاعتداء على سيارة أحد الإخوة العراقيين، إلا أنّ الحادثة تمّت معالجتها فوراً بتدخّل قوى الأمن…