Qamişlo.. Beşekî taybet bi nexweşiya Telasîmya hatiye vekirin

Welat TV - Hewlêr

Karta tenduristiyê li Rojavayê Kurdistanê bi giştî xirab e, û pêwîstî bi projeyên tenduristiyê yên giştî heye.

Vekirina beşê nexweşiya Telasîmya li Qamişlo hinek ji barên welatiyan sivik kiriye lê hîn gelek kêmasî di vê derbarê de hene.

Welat TV li rewşa beşê nexweşiya Telasîmya li nexweşxaneya "Heyva Sor a Kurd" li Qamişlo şopand.

Ehmed Dalînî ku karmendekî beşê Telasîmya di nexweşaneyê de ye da zanîn ku ew mehane ew pêşwaziya derdora "400 nexweşî ji seranserî deverên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin".

Herweha diyar kir ku "carinan derman têra nexweşan nakin" û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Dêya nexweşeke Telasîmya jî ji Welat TV re got ku piştî vekirina beşê Telasîmya, ew "gelekî dilrehet bûne û pirsgirêka xwînê jî nema ye".

Di dema niha de, ji bo sivikirina barê welatiyan di çarçoveya rewşa abûrî ya xirab de, pêwîstiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bi xizmetguzariyan tenduristiyê yên zêdetir heye