Bazara El-Zerb li Helebê tê nûjenkirin
Welat TV - Hewlêr
Bazara El-Zerb a kevnar li Helebê, piştî wêraniyeke mezin di 14 salên şer de, tê nûjenkirin.
Dîroka avakirina vê Bazara El-Zerb vedigere sedsala 17an a zayînê, nêzîkî keleha bajêr e û beşeke ji tora bazarên Heleba kevin ku dêrajhiya wê derdora 13KM, di nava lîsta dirêjtirîn bazarên kevnar ên ser girtî de ye li cîhanê û di lîsta çanda cîhanî ya Unesco de ye.
Bazara El-Zerb navendeke bazirganî bo firotina zêr, caw û karên destî bû beriya şoreşa Sûrî, û qerbalixiyeke zêde lê hebû, lê di 14 salên şer de rastî ziyaneke mezin hat, erdheja 6 Sibata 2023yan jî ziyan gihandin wê.
*Karên nûjenkirinê
Karên nûjenkirina bazarê dest pê kirine, Xufran Şerîfa Endezyara di Rêveberiya Şûnwar û Mozexaneyan de, ku serperiştiya vê pirojê dike, dibêje, bazar dê di heyama 10 mehan de were nûjenkirin: “Di qonaxa yekê de, ku kolana bingehan li xwe digire, em her tiştekî derveyî yasayê radikin, he weha em qalikên kevin ên hin beşan radikin, beşek ji bazarê jî rastî şewatê hatiye û pêwîstiya hin bingehan bi nûjenkirinê heye, piştre em ê dest bi karên avakirinê bikin, beşekî din ji bazarê bi temamî wêran bûye û pêwîstiya wî bi dubare avakirinê heye. Perepêdana vê piroje ji aliyê Benka Bîmo ya Si´ûdî Fransî ve tê kirin, û ji aliyê kompaniya Diyarî ve tê bicîkirin, heyama bicîkirina pirojeyê 10 meh in û dibe ku ev heyam mehekê zêde bibe”.
*Welatî hêviya qerebûkirinê dikin
Mehmûd Mêmî xwediyê dukaneke zêr jî hêvî dike ku hikûmeta nû wan qerebû bike da ku bazar di zûtirîn dem de vegere weke berê: “Sala 2011an dukanên me hatin şewtandin, me milkê xwe hemû ji dest da, em hêvî dikin ku hikûmeta nû bi erkê xwe û zêdetir rabe, ji ber ku hikûmeta berê em qerebû nekirin. Berî şoreşê tevgereke zêde li bazarê hebû, bi saya Xwedê, bazarê dê weke berê vegere, cihê vê bazarê li kêlek keleha Helebê balkêş e, û dê tevgerê di demeke nêzîk vegerînê wê”.
Bajarê Heleb, ku navenda bazirganî ya herî giring bû li Sûriyê, rastî ziyaneke mezin di şerê Sûriyê de hat û ev bazar jî nimûneyeke li ser wan ziyanan.