Qamişlo.. 50 helbestvan beşdarî Mihrecana Helbesta Kurdî bûn

Qamişlo.. 50 helbestvan beşdarî Mihrecana Helbesta Kurdî bûn
Qamişlo.. 50 helbestvan beşdarî Mihrecana Helbesta Kurdî bûn

Welat TV - Hewlêr

Çalakiyên gera 30emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê, îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çûn.

Di gera vê sale ya Mihrecanê de, 50 helbestvanên ji deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê Beşdar bûn, û helbestên xwe pêşkêş kirin.

Çalakî bi amadebûneke berfireh ji nivîskar, helbestvan, siyasetmedar û rewşenbîran hat lidarxistin.

Di Mihrecanê de hejmarek ji helbestvanên jin jî beşdar bûn. Di vl derbarê de helbestvan Şems Enter ku endama Komîta Amadekar a Mihrecanê ye, ji Welat TV re got ku "pêwîst e rêjeya beşdariya helbestvanên jin ji weha zêdetir be".

Xelata Mihrecanê ya 30emîn pêşkêşî helbestvanê Kurd Imranê Menteş hate kirin. Menteş ji sala 1989an ve de dest bi nivîsandina helbestê kiriye û xwedî xizmet e di ber Zimanê Kurdî de.

Mihrecana Helbesta Kurdî yekem car sala 1993yan hat li darxistin,û nifş li pey nifş mezin dibe û cihê xwe di Mihrecanê digrin. Di vê gera 30emîn de 2 bawernameyên rêzgirtinê jî hebûn yek ji bo helbestvana koçkirî Mizgîn Hesko û ya din ji bo helbestvan Enwer Sofî.