Kompaniya Lafarge bi tometa perpêdana DAIŞê tê dadgehkirin
Welat TV - Hewlêr
Kompaniya Lafarge ya Fransî ku şaxekî wê li Kobaniyê ye bi tometa perepêdana rêxistina DAIŞ a terorîst tê dadgehkirin.
Êzgeha Monte Carlo ya Fransî ragihand ku Sêşema bê, kompaniya Lafarge, serokê bicîkar ê berê yê kompaniyê Prono Lavon, 5 berpirsên berê yê Lafarge û 2 navbênkarên Sûrî li dadgeha tawanan a Parîsê tên dadgehkirin.
Ev dose sala 2017an vebû, piştî zaniyariyên rojnamegerî û giliyan ji aliyê Wezareta Abûrî ya Fransa û komeleyan ve derbarê perpêdana kompaniya Lafarge ji terorê re li Sûriyê.
Li gorî wan zaniyariyan, Kompaniya Lafarge di salên 2013 û 2014an de, 5 Miliyon Euro dane rêxistinên terorîst di nav de rêxistina DAIŞ a terorîst, da ku karê wê berdewam bike.
Şaxê Kompaniya Lafarge li Rojavayê Kurdistanê, li gundê Xerab Işk yê Kobaniyê ye, û ta 2014an karê wê berdewam bû.