Xwendina rêbazên Hikûmetê li dibistanên Kiristiyanan li deverên HSD dest pê dike

Xwendina rêbazên Hikûmetê li dibistanên Kiristiyanan li deverên HSD dest pê dike
Xwendina rêbazên Hikûmetê li dibistanên Kiristiyanan li deverên HSD dest pê dike

Welat TV - Hewlêr

Xwendina rêbazên Hikûmetê li dibistanên Dêrên Kiristiyanan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê careke din dest pê dike.

Encûmena Dêrên Kiristiyanan li Cizîr û Feratê di daxuyaniyekê de ev yek ragihand û banga bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê kir.

Encûmena Dêrên Kiristiyanan di daxuyaniya xwe de got ku "piştî hevdîtinan li gel Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser" ew gihiştin rêkeftinê ku dibistanên Dêran "berdewam bin di xwendina rêbazên Wezareta perwerdeyê ya Sûriyê de".

Her weha diyar kir ku dewam li dibistanan dê sibe Duşemê dest pê bike.

*Rêkeftina 10ê Adarê

Li aliyekî din Encûmena Dêrên Kiristiyanan hêvî kiriye ku li Sûriyê wekhevî, dadmendî û danpêdan bi mafên tevaya pêkhateyan hebe.

Her weha banga bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de kiriye.

*Girtina Dibistanan

Ji destpêka sala nû ya xwendinê ve, dibistanên Dêrên Kiristiyanan li Rojavayê Kurdistanê hatine girtin,û hemû tayfeyên Kiristiyanan û partiyên wan tevî ku beşek ji wan di nav HSDê û MSDê de ne, li dijî wê gava "Rêveberiya Xweser" derketin û daxwaz kir ku dibstanên Dêrên wan bên vekirin û rêbazên xwendinê yên danpêdan pê hatî kirin werin dayîn.