Lîstikvaneke cambazê: Ez dixwazim bibim qehremana cîhanî

Welat TV – Hewlêr

Lîstikvana Kurd a cambazê Valantîna Cemîl, li welatê Danîmarkayê dimîne, hêvî dike bibe qehremana cîhanî.

Valantîna ji Welat TV re got, "Ez 14 salî me, li ser asta yanayên parêzgehan ez beşdar dibim û ta niha min 9 medalî wergirtine, di her qehremaniyekê de ku ez beşdar dibim pileyên yekê û duyem bi dest dixim lê piranî pileyên yekê ne".

"Ez dixwazim serê Kurdan bilind bikim"

Valîtina tekez kir, "Ez dixwazim bibim qerhemana cîhanî û serê bajarê xwe û serê Kurdan bilind bikim".

*Alîkara rahênanê ye

Bavê wê Mahir Cemîl got, "Ji ber zîrekbûna wê, hikûmeta Danîmarkayê bi navê yanaya "Sky Hel" bawernameya alîkara rahênanê daye wê".

Malbat ji gundê Qijûma yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, 14 sal in li Danîmarkayê dimîne.