Elmanya.. Kesekî Sûrî bi tometa pilankirina êrîşeke terorî hat girtin

Elmanya.. Kesekî Sûrî bi tometa pilankirina êrîşeke terorî hat girtin
Elmanya.. Kesekî Sûrî bi tometa pilankirina êrîşeke terorî hat girtin

Welat TV - Hewlêr

Li Elmaniya kesekî Sûrî bi tometa pilankirina encamdana êrîşeke terorî hate girtin.

Li gorî ajansa "AFP" lêkoleran li Berlînê "ciwanekî Sûrî yê 22 salî" bi tometa pilankirina êrîşeke terorî girt.

Berdevkê Nivîsgeha Dozgerê Giştî li Berlînê da zanîn ku roja Şemiyê ew ciwanê Sûrî li taxa Neukölln hate girtin û guman heye ku pilana êrîşekê ji "pirensîpeke cîhadî" dikir.

Di hilmeta girtinê de yekîneyên operasyonên taybet beşdar bûn û li gorî hin raportên medyayê, keresteyên çêkirina teqemeniyan jî hatine desteserkirin.