Trump: Dibe ku Ehmed El-Şeri' serdana Koşka Spî bike

Trump: Dibe ku Ehmed El-Şeri' serdana Koşka Spî bike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîkayê Donald Trump da zanîn, dibe ku Ehmed El-Şeri' serdana Koşka Spî bike, û wan hemû siza ji ser Sûriyê rakirin ji bo derfetekê bidin wî welatî.

Donald Trump di daxuyaniyekê de diyar kir ku, dibe serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' serdana koşka Spî bike û wan hemû sizayên li ser Sûriyê rakirin da ku derfetekê bidin wî welatî ji ber ku ew dibihîsin serokê Sûriyê karekî baş dike.

*Sûriyê serdanê radigihîne

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî duh di Korbenda "Diyaloga Menama" de li Behrênê da zanîn ku Ehmed El-Şeri' dê serdana Koşka Spî li Emerîka bike û ew dixwazin peywendiyên Sûriyê bi hemû aliyan re hebin û Sûriyê nabe cihê gefê li ser tu aliyan.

*"Şerê DAIŞê barekî mezin e"

El-Şeybanî got jî: Şerê li dijî DAIŞê barekî mezin e li ser milê Sûriyê, û divê alîkariyên navdewletî ji hikûmeta Sûriyê re werin pêşkêşkirin ji bo şerê li dijî DAIŞ.