Dergehên dibistanên û peymangehan li Siwêdayê dubare tên vekirin
Welat TV - Hewlêr
Dergehên dibistan û peymangehan li Siwêdayê sibe dubare têne vekirin.
Rêveberiya Perwerdeya Siwêdayê ragihand ku sibe dergehên dibistan û peymangehan dubare tên vekirin li ser fermana Zêrevanên Niştîmanî.
Di daxuyaniya ku ji aliyê perwedeya Siwêdayê ve derketî, tu diruşmeke girêdayê hikûmeta Sûriyê nîn e.
Ji aliyê xwe ve, Parêzgeha Siwêdayê di daxuyaniyekê de bang li Perwedeya parêzgehê kir ku dubare hemû debistanan veke.
22ê Cotmehê, Zêrevanên Niştîmanî ragihand ku wan ji ber girjiyan dibistan û peymangehên Siwêdayê girtine.