Serok Barzanî û balyozê pêştir ê Emerîka li Iraqê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û dîplomatkar û balyozê pêştir ê Emerîka li Iraqê Zalmay Xelîlzad civiyan.
Baregeha Barzanî da ragihand, Îro 3yê Mijdara 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmam pêşwazî li dîplomatkar û balyozê pêştir ê Emerîka li Iraqê Zalmay Xelîlzad kir.
*Naveroka civînê
Baregeha Barzanî behsa naveroka civînê kir û got di civînê de ev mijar hatin gotûbêjkirin: Rewşa siyasî û pêşhateyên deverê, pêvajoya siyasî li Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û rewşa hundirîn a Herêma Kurdistanê.