Heleb.. Pîşeya çêkirina berikên destî rastî metirsiya wendabûnê tê

Welat TV - Hewlêr

Pîşedarên Sûriyê hîn pîşeya çêkirin û çakirina berikên destî vedijînin.

Di dema niha de pîşeya çêkirin û çakirina berikên destî bi paş de vedigere û bi tenê 8 pîşedar vî karî dikin û piraniya wan li Heleb û Şamê ne.

Umer Rewas ku yek ji pîşedarên Helebê ye, di derbarê vê pîşeyê de got ku berik xwedî nirxekî darayî û razberî ye û kesin hene ji aliyê razberî ve dixwazin berikên xwe çak bikin da ku ji zarokên xwe re bihêlin.

*Teknîkên kar

Li gorî gotina Rewas ew di karê xwe de teknîkên sade bi kar tînin, weke ta meqes û derziyê:

Ji berekê ta bereke din teknîk têne guhertin. Berikên ku li ser herîrê têne tevnkirin hene, teknîka wan wirdtir e, û berikên ji hiriyê û yên ji pembû jî hene, her cureyek jî teknîkeke kar a taybet bi wê heye".

*Ev pîşe berev wendabûnê diçe

Pîşedar Umer Rewas da zanîn jî ku ev pîşe bi paş de vedgere û berev windabûnê diçe û ji bilî Şam û Helebê, li parêzgehên din nayê naskirin:

"Di Pêşangeha Şamê ya Navdewletî de dema ku me berhemên xwe nîşan dan, ta bi kurê welêt jî, ji pîşeya me matmayî bû.

Hêvî dikim ku em vê pîşeyê bêtir biparêzin,, ev kultûr nasnameya me ye,, Sûriyê Kultûr û şaristanî ye û kevnar e".

Çêkirina berikên destî li Sûriyê vedgere bêtirî 700 salî, ku Şam û Heleb bi berhemanîna baştirîn cureyên berikên ji herîra Suriştî, bi nav û deng bûn.