Mesrûr Barzanî serdana Pêşmerge dike û hêviya dayîkeke şehîdan pêk tîne
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li navçeya Hacî Omeran kir.
Mesrûr Barzanî rola hêzên Pêşmerge bilind nirxand got: "Pêşmerge bi lehengî û qehremanî berevanî di ber deskeftî û qewareya Herêma Kurdistanê de kiriye û aramî û ewlehî bi cî kirine".
*Hêviya dayîka du şehîdan pêk tîne
Li Hacî Omeran, Xanim Gulê dayîka du şehîdan e xwest serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bibîne û wêneyekê bigire Mersûr Barzanî ew dît û hêviya wê pêk anî û got "Cihê kêfxweşiyê ye ez dayîka şehîdan bibînim".
Her weha Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Xanim Gulê behsa rola Pêşmerge û qurbanîdana wan di parastina welêt de kir.