Efrîn.. Alên Turkiyê û Emşat ji navçeya Şiyê hatin rakirin
Welat TV - Hewlêr
Li navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê al û wêneyên çekdarên Sultam Silêman Şah ku bi Emşat tên naskirin her weha alên Turkiyê hatin rakirin.
Jêderekê ji navçeya Şiyê ji Welat TV re got: Îro tevaya al û sembolên Emşat û hikûmeta Turkiyê ji navçeya Şiyê hatin rakirin tenê ala Sûriyê ma.
*Rastiya vekişana Turkiyê
Mafnasê Kurd Ednan Mustefa di meha Êlûnê de da zanîn ku hêzên Turkiyê ji navenda bajarê Efrînê derketine, lê hîn di gundan de mane.
Mustefa di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de da zanîn ku, Turkiyê, hêzên xwe vekişandine û kamîreyên çavdêriyê ji taxên bajarê Efrînê rakirin, lê berê wan li balafirxaneya Minixê li gundewarê Helebê ye.
*Baregehên Turkiyê li 5 gundan in
Ednan Mustefa diyar kir, ku heta niha hêzên Turkiyê ji baregehên xwe li her yek ji gundên, Basilê, Cilbirê, Çiyê, Dêrwîş û Şêxorzê mane, û şêniyên wan gundan nikarin vegerin gundên xwe ji ber ku qedexekirî ne.