Hevpeymaniya Navdewletî gerek li Qamişlo encam da

Hevpeymaniya Navdewletî gerek li Qamişlo encam da

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî gerek li başûrê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê encam da.

Sibeha îro 4ê Mijdara 2025an hêzeke hevpeymaniyê bi hejmarek zerîpoş, gereke leşkerî li nêzîkî filkeya Zorê, ku derdora 5KM ji navenda bajarê Qamişlo dûr e û li ser rêya di navbera Qamişlo û Hesekê de ye, û nêzîkî balafirxaneya bajêr e, encam da.

Duh jî, şandeke hevpeymaniyê serdana westgeha Elok a avê li bajarê Serê Kaniyê kir ji bo nirxandina rewşa wê kir.

*Hevpeymanî hebûna xwe bihêz dike

Di dema dawiyê de, hêzên hevpeymaniyê bi dehan barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojistî ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin, her weha balafir û serbaz jî gihiştin bingehên wê li deverê.