Cotkar banga qerebûkirinê dikin.. Berhema zeytûnan li Idlibê îsal kêm e

Welat TV - Hewlêr

Demsala zeytûnan îsal li parêzgeha Idlibê kêm e û cotkar banga qerebûkirinê û pûçkirina mayînên ku di salên şer de hatine danîn dikin.

Cotkarên bajarokê Dar ê Mezin li Mi´erit Nu´man ku piştî 6 salan ji derbideriyê vegeriyane warê xwe zeytûnan ji darên xwe yên mayî berhev dikin, lê berhem kêm e.

*Gelek dar hatine hilkirin

Cotkar Mecid Silêman dibêje ku gelek darên wan hatine hilkirin an şewtandin: ”Sala 2019an em ji warê xwe berev deverên bakur derketin, wê demê rewşa gund gelekî ji niha baştir bû, ez weke cotkarekî ji gund, 400 darên min ên zeytûnan hebûn, niha jî, bi tenê 20 darên min mane û ew bi yek carî bê sûd in”.

*Berhem kêm e

Elî Ibrahîm yek ji nişteciyên bajarokê Dar ê Mezin jî dibêje ku gelek fakteran bandor li demsalê kir, weke kêmbûna baranan: Bi rastî, demsal gelekî lawaz bû, rêjeya berheman di navbera 15 – 20% bû û kêmtir jî.

*Paşmayên şer bûne astengî

Paşmayên şer jî astengiyan li pêş vegera cotkaran bo nava zeviyan derdixin, cotkar Ebdulkerîm Silêman banga şandina tîmên pispor ji bo pûçkirina mayînan dike: Em banga qerbûkirineke guncaw û curên baş ji şitlên zeytûnan dikin, her weha em hêvî dikin ku pispor û endezyar ji bo pûçkirina mayînên li nava zeviyan werin şandin.

*Darên zeytûnan li Idlibê

Idlib ji deverên sereke yên çandina darên zeytûnan e li Sûriyê, beriya 2023yan derdora 13 milyon darên zeytûna lê hebûn, li gorî dawîn amar ew hejmar daketiye derdora 11.5 milyonî, ji ber fakterên cuda weke şewtandin û hilkirinê.

*Darên zeytûnan li Sûriyê

Wezareta çandiniyê ya Sûriyê ragihand ku derora 101 milyon dar li Sûriyê heye û berhema zeytûnan îsal derdora 412 hezar ton e, ev rêje jî 45% ji sala bûrî kêmtir e.