Mesrûr Barzanî û Osman Baydemîr piroseya aştiyê li Turkiyê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr piroseya aştiyê li Turkiyê gotûbêj kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî pêşwazî li Osman Baydemîr kir û rewşa Kurdistanê û deverê û piroseya siyasî li Turkiyê gotûbêj kir.

 2yê vê mehê jî, Serok Mesûd Barzanî û Baydemîr reşwa deverê û piroseya aştiyê li Turkiyê gotûbêj kir.

Piroseya aştiyê ji mijarên herî germ e li Turkiyê, ku 26ê Cotmehê, PKK ragihand ew hemû hêzên xwe yên li Turkiyê vedikişîne û hikûmeta wî welatî ew gav bi erênî bi nav kir û got: Divê PKK li Sûriyê û Iraqê jî çekan deyne.