Til Temir.. Hevpeymaniya Navdewletî gerek leşkerî encam da

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî gereke leşkerî li gundewarê bajarê Til Temirê encam da.

Îro hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî ku ji hejmarek zerîpoş pêk dihat gerek li gundewarê Til Temirê li nêzîkî deverên di bin kontirola hikûmeta Sûriyê de encam da.

Li Qamişlo jî, hêzên hevpeymaniyê bi gereke leşkerî li nêzîkî filkeya Zorê rabû.

Duh jî, şandeke hevpeymaniyê serdana westgeha Elok a avê li Serê Kaniyê kir û rewşa wê ji nêzîk ve şopand.

Her weha bixwîne: Ajansa Anadolu: 3 balafirên Emerîkî û 22 serbazan gihiştine Rimîlanê