Serkirdeyekî ENKS: Lidarxistina kongira me nêzîk e

Welat TV - Hewlêr

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS, diyar kir ku, kar ji bo lidarxistina kongira ENKS di zûtirîn dem de, tên kirin.

Berpirsê Nivîsgeha Encûmenên Xwecihî yên ENKS Neşet Zaza ji Welat TV re ragihand ku amadekarî ji bo lidarxistina kongira 5an a ENKSê têne kirin, û tê pêşbînîkirin berî serê salê kongir were lidarxistin.

Neşet Zaza her weha got, dibe ku hin mîkanizmên kar û xebata encûmenê li gorî qonaxa piştî hilweşandina rêjîmê werin guhertin, û di vê derbarê de nerînên cuda ji aliyê partî û rêxistinên ENKSê ve hene.

*Bihêzkirina peywendiyan

Derbarê civînên encûmenên xwecihî û rola wan di çarçoveya xebata ENKS de, Zaza diyar kir ku, bihêzkirina pêwendiyan bi hemû pêkhateyan re û berdewambûna xebatê bi rêyên aştiyane û demokratî bingeha karê ENKS ye, û rola encûmenên xwecihî di vê mijarê de bingehîn e.