Koşka Spî: Trump û El-Şeri´ Duşemê dicivin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ û serokê Emerîka Donald Trump Duşema bê li Emerîka dicivin.
Berdevka Koşka Spî Caroline Leavitt di kongireke rojnamevanî de got ku Trump û El-Şeri´ Duşema bê li Koşka Spî dicivin û ew civîn bi beşekî ji hewlên Trump ên diplomatîk ji bo aştiyê li deverê bi nav kir.
Leavitt diyar kir ku dema Trump biryara rakirina sizayên ser Sûriyê da derfetek da wê û karê ku El-Şeri´ pê rabûyî dişopîne.
Beriya niha, Donald Tramp da zanîn ku dibe Ehmed El-Şeri´ serdana koşka Sipî bike wan sizayên ser Sûriyê rakirin da ku derfetekê bidin.
Her weha bixwîne: El-Şeri’ û Bin Selman hevkariya hevbeş û pêşhateyên herêmî û navdewletî gotûbêj kirin