Emerîka ji Encûmena Ewlehî dixwaze ku sizayan ji ser El-Şeri´ rake
Welat TV - Hewlêr
Emerîka ji Encûmena Ewlehî ya Navdewletî dixwaze ku sizayan ji ser Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ rake ji bo serdana Koşka Spî.
Ajansa Reuters ragihand ku Emerîka pirojeyasayek di Encûmena Ewlehî de pêşinyar kiriye ji bo rakirina sizayan ji ser El-Şeri´.
Li gorî ajansê, pirojeyasa banga rakirina sizayan ji ser Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab jî dike, lê hîn ne diyar e kengî pirojeyasa dikeve dengdanê.
Pêwîstiya wê pirojeyasayê bi 9 dengan ji koka dengên 15 welatên endam di Encûmena Ewlehî de heye her weha divê vîto ji aliyê Emerîka, Rûsiya, Çîn, Brîtaniya û Fransayê ve neyê bikaranîn, da ku were pejrandin.
Her weha bixwîne: Trump û El-Şeri´ Duşemê dicivin