2 tank û 4 zerîpoşên Israîlê derbasî Quneytirayê bûn
Welat TV - Hewlêr
Hêzeke Israîlê bi 2 tank û 4 zerîpoşan derbasî gundewarê Quneytirayê bû û rêbendek ava kir.
Sibeha îro hêzeke Israîlê derbasî bajarokê Cebata El-Xeşeb li Quneytirayê bû û rêbendek li ser rêya di navbera wî bajarokî û gundê Eyin EL-Bêda danî.
Li gorî jêderên xwecihî, wê rêbendê bo eyama 2 demjimêra, rêwî radiwestandin û pirs û rapirsîn ji wan kirin.
Duh jî, hêzên Israîlê 2 kes li gundewarê Der´ayê girtin, wan kesan pezê xwe li nêzîkî bingeheke Israîlî diçêrandin.
Her weha bixwîne: Hêzeke Israîlê derbasî Quneytirayê bû