Serokê Elmanya: Hîn rewşa Sûriyê ne guncaw e ji bo vegera penaberan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Elmanya Frank-Walter Steinmeier hişiyariyê ji vegerandina penaberên Sûrî bo welatên wan dide.
Serokê Elmanya ev yek di serdana xwe bo Xana de ragihand û diyar kir ku rewşa Sûriyê hîn ne guncaw e ji bo vegereke ewleh û birûmet û ew vegerandina wan di dema niha de red dike.
*Beryar a hikûmeta fedralî ye
Ştayinmayir da zanîn ku biryara diyarkirina çarenivîsa penaberên Sûrî vedigere hikûmeta fedralî û dê hikûmet biryarek guncaw di vê derbarê de bistîne.
Derbarê rewşa Sûriyê, Serokê Elmanya got ku dema ew Wezîrê Derve bû û serdana wî welatî kir lewma ew wêraniya ku şer gihandî wî welatî nas dike.
*Rewşa Sûriyê Xirab e
Ji aliyê xw ve Wezîrê Derve yê Elmanya Yûhan Vadîvol got ku rewşa Sûriyê ya niha xirabtir e ji rewşa Elmanya ya sala 1945an pişî cenga cîhanî ya duyem.
*Sedemên penaxwaziyê nemane
Ev daxuyanî tên piştî ku Şêwirmendê Elmanya Friedrich Merz ragihand: ”Rewşa Sûriyê niha baş e û tu sedemên penaxwaziyê li Elmanya nemane û ew dikarin kar ji bo vegerandina penaberan bikin”.
Merz da zanîn jî ku wî Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ vexwendiyê bo Serdana Elmanya ji bo gengeşekirina dersînorkirina hin encamderên tawanan ji regeznameya Sûrî.
*Siyaseta Elmanya hatiye guhertrin
Li ser vê mijarê, Mafnasê Kurd Arif Cabo ku li Elmanya dimîne ji Welat TV re got: Siyaseta Elmanya derbarê penaberan hatiye guhertrin û ew dixwaze kesên metirsîdar vegerîne.
Daxuyaniyên dawiyê yên Şêwermendê Elmanya gelek pirs li pey xwe hiştine, û bûne cihê dilgarniya penaberên Sûrî, ku hejmara wan derdora milyonekê ye li wî welatî û bi hezaran kes ji wan li benda danheva malbatanan in.