Dêrik.. Ev 2 roj in nûciwanekî 15 salî hatiye revandin û çarenivîsa wî ne diyar e

Dêrik.. Ev 2 roj in nûciwanekî 15 salî hatiye revandin û çarenivîsa wî ne diyar e
Dêrik.. Ev 2 roj in nûçiwanekî 15 salî hatiye revandin û çarenivîsa wî ne diyar e

Welat TV - Hewlêr

Ev 2 roj in nûciwanekî ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji aliyê kesine nenas ve hatiye revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Mesrûr Ednan Ce'fer ê 15 salî roja Çarşemê ji aliyê kesine ku li ser motoran bûn hate revandin.

*Hûrgiliyên revandinê

Malbata Mesrûr ji Welat TV re da zanîn ku Mesrûr li gel birayê xwe çavdêriya pez dikir, û dema ku berê xwe dida baxçeyekî da ku li wir mobayila xwe şehin bike di rê de hate revandin.

Otombîla Mesrûr li nêzîkî gundê Derdara yê gundewarê Til Koçer hate dîtin. Malbatê diyar jî kir ku hejmarek dîdevanên ku bûyera revandinê dîtiye gotiye ku "kesine nenas li ser 4 motoran siwar bûn, ketin pêşiya wî û li otombîla wî Siwar bûn û ew revandin. Piştre ew li otombîleke din siwar kir û berev cihekî ne diyar bir".

Malbata Mesrûr ji Welat TV re got jî ku ew ta niha tiştekî li ser çarenivîsa kurê xwe û kesên ew revandî nizanin, her weha bangê li her kesên ku zaniyariyekê li ser dizanin dikin ku wan agahdar bikin.