Pişka qonaxa 8ê ya Champions League hate kişandin

Pişka qonaxa 8ê ya Champions League hate kişandin

Welat TV - Hewlêr

Pişka qonaxa 8ê ya pêşbirka ”Champions League” ya Ewropayê li bajarê Niyon yê Siwîsirayê hate kişandin, tê de navê tîmên ku dê rûberûyî hevdu bibin diyar bûn.

Li gorî pişka ku îro 15ê Adara 2024an hatî lidarxistin, tîmên ku di qonaxa 8ê de hatin hemberî hev weha ne:

Manchester City (Berîtaniya) - Real Madrîd (Spaniya)

Bayern Munih (Elmaniya) - Arsenal (Berîtaniya)

Paris Saint-Germain (Ferensa) - Barcelona (Spaniya)

Borussia Dortmund (Elmaniya) - Atletico Madrid (Spaniya)

Yekem maçên qonaxa 8ê dê di navbera 9 û 10î Nisanê de bên lîstin û duyem maç jî dê di navbera 16 û 17ê Adarê de bên lîstîn.