Civîna Trump û El-Şeri' li Koşka Spî bi dawî bû

Civîna Trump û El-Şeri' li Koşka Spî bi dawî bû

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Trump û Serokê Sûriyê bo qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' li Koşka Spî civiyan.

Kenala Fox News da zanîn, Rêveberiya Trump dê biryarekê ji bo rawestandina sizaya Sîzer bo dema 180 rojî derbixe, her weha dê Kongrêsê han bide ji bo sizayan bi yekcarî rake.

Heman jêderê da zanîn ku Emerîka dê rê bide, Şamê balyozxaneya xwe veke ew jî ji bo bihêzkirina hemahengiya jinavbirina terorê û hemahengiya ewlehî û abûrî.

*Dûrî ragihandinê bû 

Civîna Serokê Emerîka Donald Trump û Serokê Sûriyê bo qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' li Koşka Spî dûrî ragihandinê bi rê ve çû, û du demjimêran berdewam kir.

Piştî bidawîhatina civînê tu kongirên rojnamevanî nehatin lidarxistin, ta niha hûrgiliyên civînê derneketine.

►Her weha bixwîne.. Peywendiyên Emerîka bi Hikûmeta nû ya Sûriyê re